Hecî Bektaþê Welî yan Hecî Begteþê Welî, derwêþ, olzan, pêþawa, sofî, mîstîkkarek mezin ji Îranê ye. Damezirînerê Terîqeta Bektaþiyan (begteþiyan) e. Bi Farsî jê re Hacî Bakteþ Walî, bi romî jî Haci Bektaþ-i Veli dibêjin. Di nava salên 1209 - 1271ê de jiyaye. Li Nîþabûr a Xorasanê ji diya xwe bûye.
Jiyan
Navê wî yê rastîn Seyîd Mihemed kurê Brahîm e. Pirraniya zanistan eslê wî bi Farisan ve girêdidin. Tenê romî (tirk) wî wekî mezinekî xwe didin pêþ. Lê ev ji ber îdeolojî û dîroka fermî ya dewletê ye. Ango wextekê tiþt û kesayetiyên baþ dikirin esil-Tirk. Ev polîtîkaya dewletê bû.
Welî, li li Xorasan, Îran, Kurdistan û Anatoliyayê digere. Diçe kû derê pirr jê tê hezkirin. Baweriya wî mezheba Þîa ye lê ew bi nermî li ol û mezhebên din jî dinêre.
Li Anatoliyayê fîlozofiya wî bi daxwazên rojane yên Tirkomanan ku Elewî bûn, li hev dihat. Lewra Tirkomanan ji ber Elewîbûna xwe ji Osmanîyan zordarî didîtin.
Terîqeta Welî di demekê kurt de li seranser Kurdistan û Anatoliyayê navdar dibe. Ne tenê Elewî, gelek Sunnî jî dikevin terîqeta wî. Ew li dijî þîdetê derdiket, nirxê hiþmendî û zanistiyê bilind dikir.
Ji þagirtên wî re Begteþî dihat gotin. Þagirtên wî biçûna ku, pesnê zanînê, aþitîxwaziyê didan. Dema Osmaniyan de, bi taybeti di keytiya Yawiz Selîm (Yavuz Selîm) de, komkujiyên Elewiyan pêk hatin. Bi sedhezaran Tirk, Kurd an Balkanî ji ber Elewîbûna xwe hatin kujtin. Elewî mecbûr diman xwe bispêrin çiyayên bilind ku xwe bifilitînin. Îro jî pirraniya Elewiyan li cihên bilind dijîn.
Wext tê hejmara alîgirên wî pirr dibin, terîqeta wî berfireh dibe. Hin caran li dijî Osmaniyan dengên xwe bilind dikin. Osmanî têkiliya xwe bi wan re baþ dikin. Xizan û ciwanên terîqetê birêxistin dike û wan bikar tîne. Hêza bi navê Yenîçerî bi rêbazên Welî tên perwerdekirin. Bi kurtî, Osmanî hêdî hêdî vê terîqetê dejenere dikin, dîl digirin.
Terîqeta Begteþiyan li Balkanê jî gelek bipêþdikeve, bi taybetî di nava Albanan de.
Bi avabûna Komara Romê (Tirkiye) ve, îcar ew xwedî li nêrînên Welî derdikevin, bo berjewendiyên xwe bikartînin. Îro Elewiyên Tirkiyeyê bûne du bend. Bereyekê bi navê alîgirên Welî tên binavkirin û ew piþtgirî didin sazûmaniya dewletê. Bereya din jî xwe ji dewletê dûr digirin, ew bêhtir hezkirina xwe bi Pîr Siltan Evdal ve girêdidin.
Dewleta Tirk wekî her tiþtê li ser Welî jî gelek derew û dejenerasyon kiriye. Pirraniya romiyan wî îro jî wekî "tirkek eslê xwe ji bereya tirkên Okuz (Oguz, Okhuz) e" dizanin.
|
Sponsor Reklamlar
|