![]() |
Kurdi Elewi Forum
Elewîtî
Elewîtî li Tirkiye, Anatolya û Kurdistanê Elewîtî navê baweriyeke olî li Kurdistan, Anatoliya û Rojhilata Navîn e. Ji navê pismamê Pêxemberê ola Îslamê Hj. Mihemmed, Hj. Elî navê xwe digire. Piþtî wefata Hêja Mihemmed, ji bo xelîfetiya olî hinde nakokî derdikevin. Herwekî mezheb, kom û ber derdikevin. Eva dibe sedem ku di nava ola Îslamê de him ji aliyê feylesofî, him jî ji aliyê tevgerî têkoþîna beran pêk were. Bawermendên ku xelîfetiya Hj. Elî dilxwaz dikirin, piþtî kuþtina Wî li mizgeftê, nerazîbûnên xwe nîþanî serokatiya dewleta Îslamê didin. Li Kerbelayê zarokên Elî û îmamên pêþeng tên êþkencekirin û qetilkirin. Nakokî êdî riya sunnî û Þîatiyê zexmdike. Sunnî parêzvaniya xîlafeta heyî dikin, Þîa jî li dijî têdikoþin. Bingeha Elewîtiyê wiha destpêdike. Mixabin Elewî ne Þîa ne û pirranî bi þaþî wisa tên zanîn. Wekî tê zanîn Îslam dema ku li dinyayê belav dibe li cihê ku çûye, gelek ol û kûltûr hene. Îslam kêm zêde bi wan kûltûr û olên herêmî re digemûþe. Dema Îslam li Kurdistanê belav dibe, hin Kurd bi 100 % dipejirînin, hinek wekî Êzîdiyan ji Zaradeþtî û Îslamê gemûþek diafirînin hwd. Kurdên ku li wargehên bilind ku xweparastina wan hêsan e dijîn, nîvenîn Îslamê dipejirînin. Helbet eva kurtiya derketine mezhep û baweriyên cuda li Kurdistanê ye. Bo mirov baþ têbigihêje, divê mirov dîroka olan û civakan analîz bike, bizanibe. Elewî baweriyeke taybet e. Ji Zaradeþtiyê, Þamanîzmê (bo mînak Elewîtiya berên Tirkên koçber) û Îslamê sûdwergirtiye, gemûþiye. Elewîtî ji Kurdistanê belav nava berên Tirk, Ereb, Çerkez hwd dibe. Elewîtî li Kurdistanê baweriyeke girîng e. Ji wan re li Tirkiyê "kizilbaþ" jî dibêjin. Bawermendên Elewî gelek zil û zordariyê ji sazûmaniyên Sunnî (wekî Osmanî, Emewî, Komara Tirkiyê hwd) dibînin û hêj jî wisa ye. Îro li Tirkiyê naskirina fermî ya dewletê ya Elewîtiyê nîne. Þowenîzma îdeologiya fermî ya Tirk-Îslamê ya li dijî bawerî û nasnameyên din didome. |
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Türkcesinide yazarsaniz benim gibi kürtce bilmeyenlerde anlayabilir.
|
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Alýntý:
|
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Alýntý:
|
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Cem, ji peyva cim'etê (kom) tê. Cem, di baweriya elewîtiyê de, calakiyek herî mihum e. Ev calakî, bi sê armancan tê pêkanîn.
Bi armanca dînî Bi armanca hînbûna adet û usûlan Bi armanca suhbetê. Li gora hin lêkolîneran, cema pêþîn di dema Îmamê Caferê Adiq de pêk hatiye. Di cema dînî de, bi muzîkê îbadet tê kirin û mey tê vexwarin. Hemû Cem, bi dizî tên cêkirin. Kesên ne elewî û yên ne bêsûc, nikarin têkevin Cemê. Di Ceman de, karê dinyewî jî tê muhakeme kirin. Kesê xeydan, tê aþtî kirin. Adet û usûlên dîn û civakî hînî ciwanan dikin. |
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Hecî Bektaþê Welî yan Hecî Begteþê Welî, derwêþ, olzan, pêþawa, sofî, mîstîkkarek mezin ji Îranê ye. Damezirînerê Terîqeta Bektaþiyan (begteþiyan) e. Bi Farsî jê re Hacî Bakteþ Walî, bi romî jî Haci Bektaþ-i Veli dibêjin. Di nava salên 1209 - 1271ê de jiyaye. Li Nîþabûr a Xorasanê ji diya xwe bûye.
Jiyan Navê wî yê rastîn Seyîd Mihemed kurê Brahîm e. Pirraniya zanistan eslê wî bi Farisan ve girêdidin. Tenê romî (tirk) wî wekî mezinekî xwe didin pêþ. Lê ev ji ber îdeolojî û dîroka fermî ya dewletê ye. Ango wextekê tiþt û kesayetiyên baþ dikirin esil-Tirk. Ev polîtîkaya dewletê bû. Welî, li li Xorasan, Îran, Kurdistan û Anatoliyayê digere. Diçe kû derê pirr jê tê hezkirin. Baweriya wî mezheba Þîa ye lê ew bi nermî li ol û mezhebên din jî dinêre. Li Anatoliyayê fîlozofiya wî bi daxwazên rojane yên Tirkomanan ku Elewî bûn, li hev dihat. Lewra Tirkomanan ji ber Elewîbûna xwe ji Osmanîyan zordarî didîtin. Terîqeta Welî di demekê kurt de li seranser Kurdistan û Anatoliyayê navdar dibe. Ne tenê Elewî, gelek Sunnî jî dikevin terîqeta wî. Ew li dijî þîdetê derdiket, nirxê hiþmendî û zanistiyê bilind dikir. Ji þagirtên wî re Begteþî dihat gotin. Þagirtên wî biçûna ku, pesnê zanînê, aþitîxwaziyê didan. Dema Osmaniyan de, bi taybeti di keytiya Yawiz Selîm (Yavuz Selîm) de, komkujiyên Elewiyan pêk hatin. Bi sedhezaran Tirk, Kurd an Balkanî ji ber Elewîbûna xwe hatin kujtin. Elewî mecbûr diman xwe bispêrin çiyayên bilind ku xwe bifilitînin. Îro jî pirraniya Elewiyan li cihên bilind dijîn. Wext tê hejmara alîgirên wî pirr dibin, terîqeta wî berfireh dibe. Hin caran li dijî Osmaniyan dengên xwe bilind dikin. Osmanî têkiliya xwe bi wan re baþ dikin. Xizan û ciwanên terîqetê birêxistin dike û wan bikar tîne. Hêza bi navê Yenîçerî bi rêbazên Welî tên perwerdekirin. Bi kurtî, Osmanî hêdî hêdî vê terîqetê dejenere dikin, dîl digirin. Terîqeta Begteþiyan li Balkanê jî gelek bipêþdikeve, bi taybetî di nava Albanan de. Bi avabûna Komara Romê (Tirkiye) ve, îcar ew xwedî li nêrînên Welî derdikevin, bo berjewendiyên xwe bikartînin. Îro Elewiyên Tirkiyeyê bûne du bend. Bereyekê bi navê alîgirên Welî tên binavkirin û ew piþtgirî didin sazûmaniya dewletê. Bereya din jî xwe ji dewletê dûr digirin, ew bêhtir hezkirina xwe bi Pîr Siltan Evdal ve girêdidin. Dewleta Tirk wekî her tiþtê li ser Welî jî gelek derew û dejenerasyon kiriye. Pirraniya romiyan wî îro jî wekî "tirkek eslê xwe ji bereya tirkên Okuz (Oguz, Okhuz) e" dizanin. |
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Hin ji fîlozofiya Hecî Begteþê Welî
Eqil di serî de ye, ne di taca serî de Çi bike, bike, derfetê bide perwerdekirina keçikan Pirtûka herî pîroz, mirov bi xwe ye Kirin girîng e, ne axavtin Bes îbadet mirov biîman nake Kaînat dirûvê Xwedê ye Îbadeta xwe ne bi hestiyan, bi dil bike (ne bi dest û piyan) Ti cudatî û dijberî di navbera mirov û Xwedê de nîne, têkiliyek xurt heye Çi digerî di xwe de bigere, ne li Orþelîmê, li Makkayê Destê xwe, piþta xwe, zimanê xwe kontrol bike Ev terîqet bûye kana pêkenokan jî. Li ser Begteþî û þagirtên wî gelek pêkenok, metelok hene. Nivîskar: Êlxan Penaber [biguherîne]Navên welî di wêjeya devkî ya Kurd de Pîr Mêro Pîrê Kumsor Pîrê Elewî Hezretî Bektaþî Welî [biguherîne]Çend ji pêkenokên Bektaþî Delîlên din jî hene Pîr Mêro vexwariye û serxweþ e. Ew bi tevî þûþeya þerebê girtine. Pîr Mêro: Lo min berdin, hûn çima min dibin? Te vexwariye. Me te bi tevî alavê tewanbariyê (yan jî delîla sûcê) qefiland. Tu dê cezayê xwe bikiþînî. Li cem min alavê zînayê (yan delîla zînayê) jî heye. Ez ji deynan hez nakim Pîre Mêro û meleyek suniyan bi hev re di rêwîtiyê de ne. Mele sicadeya xwe vedike û dest bi nimêjê dike. Rikat li ser rikatê, silav li ser silavê.. Pîrê Elewî êdî pîr aciz dibe. Dema mele nimêja xwe xilas dike, jê dipirse: -Heyran ev çito nimêj bû, te heþa Xwedê jî aciz kir lo.. -Min deynê hefteyekê da, ev hefteyek bû dimam qezayê. Di bêhnvedanê de îcar pîr saza xwe dertîne dest bi beytan dike. Sed beyt û pêncî îlahiyê distrê. Îcar mele diqehire: -Heyran ev çito beytgotin e, heþa Xwedê niha guhên xwe girtiye, ji ber dengê te. - Min pêþîniya hefteya bê da. - Ma wisa jî dibe? Xwedê pêþîniyanan dipejirîne? - Çima Xwedê deynê te yê hefteyekê dipejirîne, pêþîneya min napejirîne! Ez hez ji deynan nakim. Ker çi dizane þerab çi ye Pîrê Elewî Pîr Mêro bi zorê birine mizgeftê û waeza înê pê didin guhdarîkirin. Mele behsa xirabiya þerabê dike. - Hûn satilek þerabê û satilek avê bidin ber kerê, kêr dê kîjanê vexwe? Helbet dê avê? Çima? Pîr Mêro dibêje: -Ji kerbûna xwe! Qebehetê min bû Pîr Mêro birine duaya baranê. Xelkê dest vekirine, berê xwe berî bi jor kirine dua dikin. "Xwedê, tu li me werî rehmê, xêra xwe baranê bibarîne". Pîr Mêro: Xwedêyo heger te barand, zeviya min jî ya di ber zinar de ye. Te da herkesê min jî jibîr neke. Niþka ve erdxan (dinya) tarî dibe, ewrên reþ dicivin û baran lê dike. Ji xelkê re þilî dibare, ji pîr re teyrok (zîpik, teriz, terî). Dibêje: - Qebehetê min bû ku min zeviya xwe rava te da. Helbet meyxane ye Mele temî li xelkê dike ku pîrê Elewiyan Pîr Mêro bînin mizgeftê dakû ew wî bîne ser riya wan. Gundî dikevin bin çengê wî bi saetan lava dikin lê ew ji gotina xwe nayê xwarê, dibêje "hûn çi bikin jî ez nayêm mizgeftê" Yek dibêje: - Pîro hela bifikire, cihek wisa xweþik, mirov tê de hizûrê dibîne, tê ser riya rast, tê de ji derd û xemên xwe azade dibe, îmanê dibîne, þad û bextewar dibe kû der e? - Helbet meyxane ye! Lê tu ji çi re dibî!? Mele Mêro û Pîr Mêro li ser sifreya þerebê tên girtin. Wan dibin dîwana mîr dê gorî þerîetê bidarizînin. Ji mele dipirsin dibêje: -Heyran þaþiyek bû min kir, ez ê devê xwe bi heft avê teafîl bikim. Tobe dê êdî venexwim, min efû bikin. Efû nakin cezayê darvekirinê didin wî. Îcar dor tê pîr. Pîr dibêje: -Ez ne ji mezhebên heq im, ne jî misilman im. Gorî þerîetê hûn nikarin min bidarizînin lewra bo kesên ne misilman in, þerab serbest e. Efû dikin. Îcar ew dixwaze hevalê xwe jî xilas bike. Dibêje: -Hêjano gelo ez kelîmeî þehadetê bêjim, bibim misilman hûn dê hevalê min azad bikin? Qazî difikire, heger mirovek bikin misilman xêra wê pirr mezin e û mele jî serbest berdide. Dema ji dîwana mîr derdikevin mele dibêje: -Heyran ma min tiþtek ji te fêhm nekir. Him dibî misilman, him jî nabî. Him dibî biîman, him jî bêîman. Ev çi ji te ve ye! Pîr Mêro dibêje: -Kuro ez bûm gawir min xwe xilas kir, bûm misilman jî te xilas kir, êdî çi dixwazî.. Lê tu ji çi re dibî rebeno!? Duayê parsekvanan qebûl nabin Pîr Mêro 5 Paûnd dide parsekvan. Dibêje "qet ji min re dua neke". Parsekvan diheyîre û dipirse "çima dua nekim, ma dua xirab e?" - Heger duayên te qebûl ban dê xêra te ji te re biba, nebûya parsekvan. Lê heger rehma Xwedê li masiyan were Bagerê li keleka Pîr Mêro daye, di deryayê de bi tevî lawê xwe ketine têkoþîna mirin û jiyanê. Ya rastî pîr gelek tirsyaye. Lawê wî dibêje: -Bavo netirse, Xwedê bi rehm e, ew ê dengê me bibîhîse. Pîr vegerandiye: -Lawo ez jî dizanin bi rehm e. Lê tirsa min ew e ku îcar rehma wî ne li me, li masiyan were. Ez rê didim Pîr Mêro rojekê di rê de rastî tolazek tê. Tolaz pêþiya Mêro dibirre dibêje: "Ez rê nadim kerên wekî te ku derbas bin". Pîr Mêro dibêje: "Ez rê didim", û vedikiþe ji ber tolaz. Mele pîrê fanî ye Mele Mêro çi dike nake, civata wî diçe camiya meleyê Dewleta Romê kû bes derewan dike. Rojekê di ber mizgefta Romiyan (Tirkan) de derbas dibe dibihîse ku mele pesnê Ataturk dide. Êdî bi xwe nikare û dikeve mizgeftê. Dibêje "Ey ummeta Mihemed, Ataturk decalek e, kê pesnê wî bide dice dojehê". Meleyê Tirk diqîre: "Ey cemaet ev kes kafir e, lê bidin". Cemaet êrîþ dibe ser Mele Mêro, pûrtpûrtî dikin. Ev yek di dilê wî de dimîne. Rojekê dîsa di ber mizgefta Romiyan re derbas dibe û dibîne mele dîsa pesnê Ataturk dide. Dîsa dikeve hundir. Lê îcar wiha bang li cemaetê dike: "Ey cemaet ev mele pîrê fanî ye. Herdu cîhan li ba wî yek e. Kê tayê mûyek porê wî bike nav niviþta xwe veþêre, cihê wî li herdu erdxanan (dinya) amade ye, qeza û bela jê dûr in". Cemaet êrîþ dibe ser mele û tayek pûrta serê wî nahêlin. Ez milyaketê te me Zilamê paþverû û nezan nimêje dike. Nimêja wî xilas bû silava xwe dide. Pîr Mêro li se milê wî yê rastê xwar bûye dibêje "Eleykûm selam". Neyan dibêje "de her lo tu kî yî, dîn î çi yî!? Min silav neda te, da milyaketan". Pîr Mêro dibêje: "Ez jî milyaket im" - De her lo tu û milyaket! - Ji misilmanên wekî te re milyaketên wekî min.. Kê þeraba xas dîtiye, ez winda bikim! Pîr Mêro di remezanê de li ser sifreya þerabê girtine, derxistine pêþberî qazî. - Ma ey bendê Xwedê, tu hatiyî vê salê han, kesê ji te re negotiye þerab heram e? Di van rojî û remezanan de bi çi eqilî te wisa kir? - Birêz Qazî ew xeftanê te yê hevrîþimî yê bi zêran hatiye xemilandin jî ji bo misilmanek guneh e. Tu çima li xwe dikî? - Pembo jî di navê de heye, ne tenê ji hevrîþimê ye. - Þereba min jî saltgir (sade) nebû, nivê pirr ji avê bû. Tu lawik bide piþta xwe Neh keçikên mêrik hebûne. Mêrik gotiye "Xwedêyo ya dehemîn bila lawik be. Viya bikî qismetê min soz dê ez ê wî bi kerê derînim heya þerefeya mînareyê. Roj tê Xwedê lawek dide. Divê soza xwe bicih bîne. Lawik li piþta kerê dike tîne ber derê minareyê. Dike nake ker di derê minareyê de derbas nabe. Ji dûr ve Pîr Mêro wan diþopîne. Tê dipirse û mêrik hal û meseleyê xwe jê re vedibêje. Pîr Mêro: "Guh nedê, bêhna xwe teng neke. Were em herin berê steganek (qedehek) þerabê vexwin, pereyê wê ez didim. - Na nabe, gune ye. - Wê çaxê kerê bihêle, tu lawik bide piþta xwe hilkiþe jor. Ma te got qey dinya din kerxane ye Mele waezê dide, behsa xirabiya þerabê dike. "Li wê dinê þerabxwir diçin heft qat binê dojehê. Ew sîseyên serabê, li ser pira siratê bi stûyê mirov ve darde dikin. Kî devê xwe nedaye alkolê diçe bihuþtê, 70 horî didinê. 70 horî ne besê we ye ma..!?". Pîr Mêro: "Melacan, þûþe vala ne yan dagirtî ne? Mele: De her qeþmer, ma te qey got erdxana wê yalî (dinya din) meyxane ye!?". Pîr Mêro: "Nezano lê te qey got ew der kerxane (berdêlxane) ye!? Xwedê niha çi dike? Pîr Mêro ji Îdirê diçe Sêrtê. Germa havînê ye, pirr westiyaye. Di binê darek bî de bêhna xwe vedide. Dibîne siwarek hat, ji kincên wî kivþe ne serbazê Mîrê Erdelan e. Tê cem pîr, silavê li hevûdu dikin. Serbazê mîr, dibîne Pîr Mêro ye, dibêje ka ji xwe re hinekê pê henekên xwe bikim, bikenim. Dibêje: - Pîrcan, ji te pirsek min heye, Xwedê niha çi dike û gavekê din þûnde dê çi bike? Tu mirovê Xwedê yî, divê bizanibî. Pîr pêderdixe ku zilam henekên (qerfên) xwe dike. Dibêje: - Te ji min pirsek pirr mezin kir. Pêwîst e ez derbikevim ser cihekê bilind, bifikirim. Bo mînak li hespa te siwar bim. Serbaz bi gotina wî dike. Pîr li piþta hespê siwar dibe. Lingê xwe dike rikêfê, hefsar dike destên xwe, dibêje: - Xwedê niha bendeyek Mîrê Erdelan ji hespê piya kir û bendeyek xwe jî lê siwar kir. Paþê jî ji qûlê Mîrê Erdelan re got binêrê û ji yê xwe re jî got zû bike bajo! Kûp kûptiya xwe dizane Pîrê Elewî, Pîr Mêro ketiye meyxaneyekê. Ne kes silava wî digire, ne pê re qise dike, ne jî dengek ji wan derdikeve. Pîr Mêro ji xwe re diçe ber kûpek þerabê disekine, xemgîn e û dibêje: "Selamûaleykûm Kûp" û halê kûp dipirse. Yek ji wan êdî nikare xwe bigire, dibêje: "Pîrcan, mirov dizane te hiþê xwe xwariye. Ma mirov silavê dide kûpan? Pîr Mêro dibersivîne: - Binêrin ev kûpek þerabê ye. Hundirê wê tijî þerab e. Lê dîsa jî di halê xwe de sekiniye, xwe jibîr nake, kûptiya xwe dizane. Lê hûn steganeke (qedeheke) þerabê vedixwin di halê xwe de nasekinin, xwe jibîr dikin, mirovtiya xwe nizanin, silavan nagirin. |
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Uryan Xidir - bi naveke din Sultan Xidir - yek ji ocaxên (esirên sirî/mistîk ên) herêma Dêrsimê ye. Endamên wê bi zaravayê kurmancî xeber didin.
Li gorî lêkolînên Dêrsimî (di pirtûka wî ya duwem de yê ku di sala 1997an de hatibû wesandin, li rûpela 128an) serokê ocaxê Nebî Xidirî bû û ji aliyê gelê xwe wek keseke pîroz dihat qebûlkirin. Gora wî li gundê Zeve (Dorutay) di navceya Pêrtagê de peyda ye. Gora wî îro ji aliyê gelê herêmê wek zaret/ciheke pîroz tê bikaranîn. Li gorî gotûbêjan gelek kesên ku cûne ber gora wî pistî zaretê ji nexweþiyên xwe xelas bûne. Ev bawerî hê ji di nav gel de heye. Li gorî pirtûka Firat (rûpel 234) ev ocax êdî ne li Zevê bi cih kirî ye, li sûnî wan sê esîrên din ên kurd xwe li vî gundî bi cih kirine. Wextê meriv li ocaxên din ên Dêrsimê dinihêre, jimara ocaxa Uryan Xidirî li gorî ocaxên din kêmtir e û ji sedsala derbasbûyî pê ve ocaxê bandora xwe ya berê wenda kiriye. Dêrsîmî tîne ziman ku ev ocax di demên kevn de pêtir wek dewrêþ/sûfî hatine dîtin (û ne wek ocaxeke sirî/mistîk). Talibên vê ocaxê hê jî li Xinûs, Qocgirî û Mereþê hene. |
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Kürtçe Semah ! ( Bir kýsmý Türkçe - Kýrklar Ceminden - Tunceli Dersim Pertek Zewe Köyü )
Tu Temburi, Ez perde me Tu Xadeyi, qule te me Hat u çu xeme dine Nav di goliyan Heq li Ceme Ox ox aðbabaye Þale qer li xwe war daye Va çi evine çi sewdaye Hudey hudey pir aþkýna Þev þevek hat ting u tari Rama Xwade bol bidari Dere ku pire min le ye Ez peþte kim pe vi kari Deþta bulame deþte duze Çiyaye bilind serda huze Eku mirade me tike Qerebeliye Seyd Ezize Ez çuma diyare ase Kureþ Bava Mansur ketbun base Bila cara mera are Aðucane aðu vexar bi tase Ox ox aðababaye Þale qer li xwe war daye Va çi evine çi sewdaye Hudey hudey pir aþkýna Sen yardým eyle düþküne On iki imam aþkýna Sema dönenler aþkýna |
Cevap: Kurdi Elewi Forum
Þimdi de size önemli bir Alevi - Kürt aþireti olan Koçgiri Aþireti'nden birtakým Koçgiri Kürtçesiyle yazýlmýþ þiirleri aktaracaðým.
Dýjmýn dorpêç kýrýne serê Qoçgýriyê Dýjmýn dorpêç kýrýne çiya û qevirê xwe Dýjmýn camêr nêbûye Qoçgýri daye cenga xwe bý camêri Destên dýjmýn reþ e Berf gýrte rêya me Disa behar hatýye Ve dýke gulên surê Qoçgýriyê... Türkçesi; Düþman sardý Koçgiri nin baþýný Düþman sardý daðýný taþýný Düþmaný mert deðildi Koçgiri mertçe verdi savaþýný Karadýr düþmanýn elleri Kar kapattý yollarý Yine bahar geldi Açýyor Koçgiri nin kýzýlgülleri |
| Tüm Zamanlar GMT +3 Olarak Ayarlanmýþ. Þuanki Zaman: 03:24. |
Sitemiz tüm dünyaya açýk, hiçbir ayrým yapmaksýzýn faaliyettedir. Sitemize katýlmak için alevi olmanýz þart deðildir kapýmýz herkese açýktýr ve herkes fikir ve düþüncelerini özgürce konuþabilir. Ayrýca tüm üyeler her türlü görüþlerini önceden onay olmadan anýnda siteye yazabilmektedir. Her türlü sorumluluk yazan kullanýcýlarýn kendisine aittir. Uygunsuz davranýþ vb. hareketler bazen site ekibinin gözünden kaçabilir. Bu yüzden uygunsuz davranýþ görülmesi durumunda, þikayetlerinizi iletiþim bölümünden bildirirseniz, gerekli iþlemler yapýlacaktýr. Bu site, telif haklarý Copyright ©2000 - 2011, Jelsoft Enterprises Ltd'e ait olan vBulletin® scripti ile tasarlandý ve kodlandý. Ayrýca sitemiz extra Php ve Ajax -jQ- ile güçlendirildi. Arama motoru optimizasyonu ise, vBSEO kullanýlarak yapýlmýþtýr.